PeyamaKurd - Li Cizîrê ji ber barîna barana zêde gelek mal û kargeh di bin avê de man. Du kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û gelek kesan jî bi zorê canê xwe rizgar kir.
Li taxên Konak, Nur, Cudî, Yafes, Sûr, Dagkapi û Şah gellek mal û kargeh di bin avê de man. Gellek welatiyên li taxa Nûrê ji ber lehiyê neçar man malên xwe terk bikin û biçin cem xizmên xwe. Gelek mal ji ber di bin avê de man alavên wan û malên wan zirar dîtin.
Welatiyên malên wan di bin avê û heriyê de man bi derfetên xwe li çareyê digerîn.
Di encama lehiya doh a êvarê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Gelek mal û kargeh di bin avê de man. Tevahiya şevê baran barî ku destpêka rojê re zirara lehiyê derket holê.
Hat zanîn ku li hin taxan ji ber leza avê dîrekên ceryanê ketin û dîwarên baxçeyan jî hilweşiyan ku zirareke mezin gihaye xelkê navçeyê.
Esnafên li ser Cadeya Medreseya Sor bertek nîşanî xizmeta şaredariya ku qeyûmê dewletê ye dan û xwestin zirara wan were dabînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin