Ji bo Bitcoin bi qasî Swîsreyê ceryan tê xerckirin

Ji bo Bitcoin bi qasî Swîsreyê ceryan tê xerckirin

PeyamaKurd  - Zankoya Cambridgeyê bi raportekê îndeksa ceryana ku ji bo pereyê krîpto bitcoin tê xerckirin eşkere kir.

Li gorî amarên raporta Zankoya Cambridgeyê, li seranserê cîhanê ji bo pereyê krîtpto Bitcoin bi qasî tevahiya enerjiya Swisreyê enerjiyê tê xerckirin.

Li gorî amarên lêkolîna Cambridgeyê, Bitcoin niha 7 gigvat ceryanê cerc dike. Ev hejmar bi qasî enerjiya 7 heb Santralên Enerjiya Nukleer a Dungenessê ye.

Ji aliyê din ve hêjayî dgotinê ye ku pereyê Bitcoin gelek karbondioksitê xerc dike. Li gorî amarên heman lêkolînê, Bitcoin salanê 22 megaton karbondioksît derdixe holê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin