“Dîroka Kurdistanê” hate qedexekirin!

“Dîroka Kurdistanê” hate qedexekirin!

PeyamaKurd- Pirtûka bi navê Kürdistan Tarihi (Dîroka Kurdistanê) ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ve hatibû amadekirin, piştî 18 salan hate qedexekirin.

Çapa yekemîn ya Kürdistan Tarihi (Dîroka Kurdistanê) ya ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû çapkirin di sala 2000an de ji aliyê Dadgeha Ehlehiyê ya Dewletê ve hatibû topkirin. Dadgehê cezayê hepsê û  pereyan jî dabû weşanxaneya Avestayê.

Piştî 18 salan pirtûk ji aliyê dadgeha Ayvalikê ve hat  qedexekirin.

Ji xeynî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo 10 pirtûkên Avestayê yên dî jî agahî xwestin.

Di derbarê mijarê de xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin got ku biryar di 1ê Temûzê de hatiye dayîn, lê em ji nû ve haydar dibin.

Keskin wiha dewam kir: “Berî niha jî 9 pirtûkên me hatibûn qedexekirin. Di nava van pirtûkan de tekstên pîroz jî hene. Pirtûkên ku di derbarê wan de agahiyê dixwazin, bi Kurdî ne. Berî niha bi du salan ji bo Kurdolojiyê hinek gavên girîng hatibûn avêtin, lê niha dixwazin ku ev gav werin hebakirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin