PeyamaKurd- Şîrketa petrolê ya Erebistana Si’ûdiyê Aramco firotina petrola xwe ya di seranserê dinyayê de, heya 2020an dixwaze %50 zêdetir bike.
Rêvebirê şîrketa Aramcoyê Îbrahîm Ebû Ayneyn di ragihandina xwe de got ku heya sala 2020an hilberîna xwe bigihînin 6 mîlyon varêlan.
Ebû Ayneyn di rêya ofîsa xwe ya li Sîngapûrê de ragihand ku, di dema pêşiya me de, wê kapasîta xaza xwe ya av (LNG) firehtir bikin.
Bi dorpêça ser petrola Îranê, kêmasiya ku di bazara dinyayê de çêdibe, Erebistan weka fersendekî bo xwe dibîne û bazara xwe firehtir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin