Bi helkefta 31emîn salvegera Komkujîya Helebcê merasîmek hat lidarxistin

Bi helkefta 31emîn salvegera Komkujîya Helebcê merasîmek hat lidarxistin

PeyamaKurd - Îro şemiyê (16.03.2019) bi helkefta 31mîn salvagera kîmyabarana bajarê Helebçeyê merasîmekê hat lidarxistin.

Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên hikûmeta Iraqê, herwiha berpirsên aliyên siyasî beşdarî yên Herêma Kurdistanê beşdarî wê merasîmê bûn.

Parêzgarê Helebçeyê Azad Tofîq di merasîmê da axivî û di destpêka axaftina xwe da bixêrhatina nûnerên partiyên siyasî, berpirsên hikûmeta Iraqê û Kurdistanê kir ku bûne hevxemên xelkê Helebçeyê.

 Azad Tofîq got: “Helepçeyî qurbaniyên destê zulmê ne û di heman demê da biwefa ne û spasdar in.Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, Komelgeha Navdewletî deyndarê xelkê Helebçeyê ne. Hêvîdar im daxwazên Helebçeyîyan cî bi cî bikin û Helebçeyê avadan bikin.”

Paşê Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Mehmûd Hacî Salih, axivî û da zanîn ku divê hikûmeta Bexdayê qerebûya kesûkarên qurbaniya Helebçeyê bikin.

Herwiha peyama Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad hat xwendin. Di peyama xwe da Hedad amaje bi wê yekê kir ku hemahengî ligel berpirsên Iraqê heye bo mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bêne cî bi cî kirin û birîna Helebçeyê bê pêçan.

Herwiha piştre peyama Parlementoya Kurdistanê ji alîyê Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmîn Hewramî va hat xwendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin