PeyamaKurd - 31 sal berê, di rojeke weke îro da (16.03.1988) rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebceyê kîmyabaran kir û zêdetirî 5 hezar welatîyên wî bajarî şehîd ketin û herî kêm 10 hezar kes birîndar bûn û bi qasî wê jî xelk bûne qurbanîyên ku kujerê wan nedîyar e.
Tevî ku ewqas sal di ser Jenosîda Helebcê ra derbas bûne jî hîna şûna kîmyabaranê li ser gewdeyê xelkê û bajêr maye. Heta îro jî hemû zarokên kujerê wan nedîyar an jî windayî ne nehatine dîtin û gelek dayikên Helebcê li benda zarokên xwe ne û çaverê ne ku wan car din bibînin.
Ev komkujîya ku Sedam Hisên pêkanîye, komkujîyeke ku nehatîye dîtin li ser rûyê dinyayê. Ji bo komkujî û qirkirina Helebce tê gotin ku yek piştî Hîroşîmayê, yek ji mezintirîn karesatên dinyayê ye. Sedam Hisên piranîya çekên kîmyayî ji Yekîtiya Sovyetan (SSCB) stendibûn.
Lê Moskowa amaje dike ku li Helebceyê çekên kîmyayî nehatine bikaranîn û ev daxuyanî di rojnameya Partîya Komînîst a Soveytê PRAVDAyê da belav kir. Rojnameya PRAVDAyê derbarê vê komkujîyê da ev îdia dikir, “[li Helebce] çekên kîmyayî nehatin bikaranîn. Ev îdiayên welatên emperyalîst û çeteyên kurdperwer (Bandit) in.”
Neteweyên Yekbûyî (NY) wê demê bi pêşengîya Yekîtîya Ewropa (YE) dixwest biryarekê derxe û Sedam şemezar bike lê Dewletên Soveytan û welatên erebî (Yekîtîya Ereban a îro) li dijî vê biryarê derketin. Sovyetan û Çînê ev biryar veto kirin û ji alîyê xwe ve biryar rawestandin û mijar girtin.
Partîyên kurdî yên Sovyetîk jî wêrekî nîşan nedan û ev helwesta Sovyetê rexne nekirin. Kurdên omedparêz ku wê demê layengirîya Filistînê dikirin jî, li hemberî vê jenosîdê (komkujîyê) bêdeng man.
Ew ên ku wê demê ji sîyaseta Kurd/Kurdistanê dûr ketibûn, îro di bin sîyaseta AKPê de hatine li gel hev, li hemberî êrîş û komkujîyên li ser nirxên xwe bêdengîyê dipejirînin. Bi heman awayê Kurdên moskowaparêz ên wê demê jî niha di sîyaseta Tirkiyetîyê de îsrar dikin.
Moskowaya ku hema bêje komkujîya li dijî Helebceyê diparast û di vî warî da sîyaset dikir, niha jî piştgirîya sîyaseta Beşar Esad dike û bi fermî maf, hiqûq û destkeftîyên kurdên Rojavayê binpê dike!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin