PeyamaKurd - Berpirsekî PDKê amaje bi wê yekê dike ku di heyama çend rojên pêş de dê serdana aliyan bikin û guftûgoyê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê bidin destpê kirin û PDK dê biryarê bide ku li gel kîjan alî hikûmetê pêkbîne.
Berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Piştî ku encamên helbijartinê ji aliyê dadgehê ve bê pejirandin, dê tevger û hatûçûna partiyan destpê bike, lê pejirandina encaman dê 5 rojan berdewam bike.’’
Herwaha got, fraksiyona herî mezin di yekem rûniştina parlamentoya Kurdistanê de bo pêkanîna hikûmetê dê bê erkdar kirin ku ew jî fraksiyona PDKê ye. Piştî wê jî PDK li gel wan hêzên ku ji wî re nêzîk in û dikare li gel yek alîkar bin, dê guftûgo bide destpê kirin. ‘’Ne merc e hemû alî di hikûmetê de cîh bigrin, lê dikare guftûgo li gel hemûyan bê kirin û danûstandina bîr û raman a li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê hebe.’’
Bilînd Îsmaîl got: ‘’Berê rêkeftina stratejîk me li gel YNKê hebû, ji ber wê berdewam yek ji xeletiyan ew bû ku serok û cîgirê serokwezîr bo kabîneya hikûmetê dihatin erkdar kirin, lê naha lîsteya serkeftî dê bê erkdar kirin ku ew jî PDK ye.’’
Herwaha got, di wê dema ku parlamento diyar bike de ‘’PDK bixwe dê wan partiyan diyar bike ku hikûmetê li gel wan pêkbîne.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin