Di 10 mehan de 100 hezar koçber çûn Awrûpayê

Di 10 mehan de 100 hezar koçber çûn Awrûpayê

PeyamaKurd- Rêxistina koçberan ya navdewletî ragihand ku ji serê salê heya 4 ê vê mehê an ku di 10 mehan de koçberên ku xwe gihandine Awrûpayê di ser 100 hezarî de ne.

Koçberên ku îsal hatine li gor salên berê kêm bûne. Koçberên ku di ser Îspanya de xwe gihandine Awrûpayê di ser 49 hezarî de ne. Li pey Îspanyayê Yûnansitan bi 27 hezar 715 koçberan di rêza duyê de ye.

Li gor rêjeya rêxistinê îsal heya niha di Behra Spî de hezar û 989 kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin