PeyamaKurd- Nûçeyeka balkêş ya li ser aboriyê ku dikare stratejiya dinyayê û ya Rojhilata Navîn biguhêre, ket ser medya dinyayê û Rojhilata Navîn. Li rojhilata Kibrisê li dora bi qîmeta 3 trîlyon dolarî rezerva xaza xwezayî heye û dinya dikare li serê bikeve nava niqaş û şerî. Yûnanistan û Rûmên Kibrisê, dijminahiya Misir û Îsraîl ya li hemberê Tirkiyê bikartîne, dixwaze îhmala Lubnan û Lîbyayê ji xwe re bike fersendekî. Niha Tirkiye ji mijarê hêj nû haydar bûye û dixwaze tevlî vê pêvajoyê bibe.
Tirkiye dê nexşeyekî bide Neteweyên Hevgirtî
Di Behra Sipî de gelek leystikên enerjiyê tên leystandin û di nav de gelek dewlet hene. Ev weka destpêka pêvajoyê xuya dike lê niha desthilatiya Tirkiyê ya li ser Behra Sipî dikeve rojevê. Gelo sînorê Tirkiyê di Behra Sipî de heya ku derê ye? Tê gotin ku perçê behra Sipî yê di bin desthilatiya Tirkiyê de ye, tê de behsa xaza suriştî ya ku 572 sal têra pêdiviya enerjiya Tirkiyê dike, heye.
Îro Yûnanistana ku dixwaze bibe xwediyê enerjiya rojhilata Behra Sipî, di ser Girava Girîtê de dixwaze bibe xwediyê nexşeyeka fireh û hinek ji sînorên Lîbyayê bixe nava sînorê xwe. Rêvebiriya dewleta Rûma ya Kibrisê jî bi Îsraîl û Misrê re peymanan çêdike.
“Hîlala bi bereket herêma herî dewlemend e”
Dr. Cihat yaycı nexşeyeka bo desthilatiya rojhilata Behra Sipî çêkiriye û li gor xebata wî ya bi navê “Parvekirina Herêma Behrê ya Rojhilata Behra Sipî û Tirkiye” ku xebateka navdewletiye, dibêje Behra Sipî ya ku di “herêma hîlalê” de ye, ji aliyê enerjiyê de gelek dewlemend e. Dema mirov li mezinahiya tevahiya kaniyên hîdrokarbonên rojhilata Behra Sipî dinêre, tê zanîn ku têra pêdiviya xaza xwezayî ya Tirkiyê û 572 salan dike. Car din li gor texmînên TPAO yê (Şîrketa Peterola Tirkiyê), rojhilata Behra Sipî ji aliyê xaza hîdradê ve dewlemende ku di pêşde weka maddeya enerjiyê tê qebûlkirin.
Telaşa xwedîderketina li Behra Sipî
Hebûna keştiyên leşkerî yên hêzên rojavayî û NATO yê li rojhilata Behra Sipî, ne di derveyê formulên kaniyên dewlemend yên enerjiyê de ne. Ji aliyekê de Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taşaronên rêxistinên terorê re rû bir û tê hiştin û li aliyê dinê Kibrisa Rûma û Yûnansitan bi hevkarî ketine telaşa xwedîderketina li Rojhilata Behra Sipî. Rêvebiriya Rûma li ser navê Kibrisê ku beyana Herêma Aborî dike, bi Lubnan, Îsraîl û Misrê re peymanan çêkir. Li aliyê dinê Yûnanistan hewl dide ku xetta Gîrît, Kaşot, Kerpe, Rodos û Meîsê bike esas û sînorekî ji Misrê û Lîbyayê re di behrê de deyne û bi wan re peymaneka wisa çêbike. Rûm di seha ya Lîbyayê de bo lêgerîna sîsmîkê îlanan dike.
Hevkariya Îsraîl û Yûnanistanê
Îsraîl hewl dide ku bi Rûmên Kıbırısê re peymaneka ku sînor datîne îmze bike. Heta bêhtir bi pêş de diçe û di hinek nexşeyên ku belav dike de, hêrêma Aborî ya Yûnanistanê weka dewama herêma Kibrisa Rûma nîşan dide. Lê Tirkiye jî hewldanên xwe zêde kiriye û van desthilatiyên Yûnansitanê û Kibrisa Rûma qebûl nake. Herî dawiyê ENİ ya ku xwest di seha Kibrisa Rûma de sondajê bike, bi keştiyên şer yên di Behra Sipî de wan da rawestandin.
Wê nexşe bo Neteweyên Hevgirtî bê pêşkêşkirin
Hesabên navbera axên mezin (qit’ayan) yên li gor îcaba hûqûqa navdewletî, Neteweyên Hevgirtî û biryarên Dîwana Dadê, di tesbîtkirina desthilatiya behran û tesbîta herêmên munhasir yên aboriyê de, daîma esas e. Girav û bi taybetî Giravên Yûnansitanê ku ji axa Yûnanistanê gelek dûrin, tenê nêzî sînorê wan dikare xeta sînorî tesbît bike. Lê îro Kibrisa Rûma, dewletên ku esasin yê bejayiyê bi Misrê û Îsraîlê re peyman çêkirine. Yûnansitan jî li rojavayê başûrê girava Gîrîtê ji xwe re, bo sehayên lêgerîna petrolê hewl dide ku bi Misir û Lîbyayê re peymana sînordayînê çêbike. Dewletên Misir û Lîbyayê bi sedema tevliheviyên nav dewletên xwe, di vê mijarê de dengê xwe dernaxin lê Îsraîl welew hinek zerarê jî bike, li dijî Tirkiyê bi rêvebiriya Rûma re lihev kiriye.
Dezgeha Yûnan û Rûman
Li rojhilata Behra Sipî Kibrisa Rûm a û Yûnanistan li dijî hûqûqa navdewletî û di rêyeka ne rewa de peymanan çêdikin û dixwazin tiştan biqewimînin. Armanca wan ew e ku nehêlin Tirkiye ji kaniyên enerjiyê fêde bibînin. Li hemberê wan Tirkiye mafên xwe yên munhasir yên herêmên aborî bi gelek awayan beyan dike radigihînê ku dê mafên xwe bi biparêze. Tirkiye ji nû de xetên xwe li ser nexşeyê datîne.
Em îzna xespê nadin
Tirkiye hêjî weka welatên bejayiyê yên din, weka Lîbya, Misir, Lubnan, Îsraîl, Sûriye tevî ku dixwaze bi rêya peymanan sehayên desthilata xwe bizanibe lê hewlên Kibrisa Rûma û Yûnanistanê ku dixwazin dest deynin ser temamî, welew Tirkiye bi tena serê xwe be jî, bi şertê ku Neteweyên Yekgirtî agahdar bike, divê deverên desthilatiya xwe îlan bike. Li Rojhilata Behra Sipî dewletên ku îlana Herêma Aborî ya Munhasir kirine, Kibrisa Rûma, Lîbya, Sûriye, Lubnan û Îsraîl in.
Kî bi Tirka re lihev bike wê qezenc bike
Dr. Cihat Yaycı datîne holê ku Kibrisa Rûma bi Îsraîlê re bo herêma desthilatiyê peyman îmze kiriye ku Îsraîl xwediyê 4 hezar û 600 km2, Lubnan 3 hezar û 957 km2, Misir jî bi 21 hezar û 500 km2 seha behrê ji xwe re îlan kirine. Li gor xebata Dr. Yaycı; eger Îsraîl bi Tirkiyê re peymana sînor îmze bikira, ji 13 sehayên ku Kibrisa Rûma derxistiye îhalê, temamê parsela 12a, piraniya parselên 8, 9 û 11an, parekî parselên 1, 7 û 10 an wê bibûya yên Îsraîlê. Lê Îsraîl bi Rûma re bi sehayeka gelek kêm lihev kir. Eger Misir di şûna Rûma de ku niqaş li ser desthilatiya wan heye, bi Tirkiyê re peymana sînor girêda, wê bibûya xwediyê 11 hezar û 500 km2 yê zêdetir seha behrê. Îsraîl û Misir niha mijarê fêm kirine û dixwazin bi paşde gav bavêjin.
Rezerva bi bihayê 3 trîlyonî
Li gor tesbîtên pisporan, li Rojhilata Behra Sipî bi temamî rezerva bi bihayê 3 trîlyon dolarî, rezerva xaza xwezayî heye. Li gor texmînên Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê; di herêma Hewza Lavantê de ku dikeve navbera Kibris, Lubnan, Sûriyê û Îsraîlê 3,45 trîlyon m3 xaza xwezayî û 1,7 mîlyar varêl petrol heye. Dîsa di delta Hewza Nîlê de, li dora 1,8 mîlyar varêl petrol, 6,3 trîlyon m3 xaza xwezayî û 6 mîlyar varêl xaza xwezayî ya avî heye, tê texmînkirin. Ji bilî Girava Kibrisê ku tê texmînkirin li dora 8 mîlyar varêl petrola wê heye, li Herodot a ku dikeve başûrê Gîrîtê, di wê sehayê de 3,5 trîlyon m3 xaza xwezayî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin