Serok Barzanî îro serdana Iraqê dike

Serok Barzanî îro serdana Iraqê dike

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro 21ê Mijdarê serdana Bexdayê dike.

Li gor ragihandina çavkaniyên nêzîkî Barzanî, dê Serok Barzanî li Bexdayê bi serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re û çend serkirdeyên Iraqê re hevdîtinên siyasî pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, piştî referandûma serxwebûna Kurdistranê ya 25ê Îlona 2017an û xerabûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ev yekemîn serdana Barzanî bo Bexdayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin