Yemen dest bi pêngavên lihevhatinan dikin

Yemen dest bi pêngavên lihevhatinan dikin

PeyamaKurd- Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê Yemenê Martin Griffiths li ser Yemenê mizgîniyekî da:

“ Ez plan dikim ku di nêz de terefdarên şerê Yemenê li Îsweçê bînim cem hev. Hindik maye ku em bi terefan re, di mijara bihevguhertina esîran de peymanekî îmze bikin.”

Griffiths ragihand ku li Yemenê jin û zarok bi sedema nexweşînên ku tedawiya wan dibe, dimrin. Hem hindik maye ku aboriya Yemenê têk here û navenda ku mirov dikare alîkariyê bo Yemenê bişînê, bajarê Hudeyde ye ku ew jî navenda şer e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin