Înfaza Panahî Kurd hate sekinandin!

Înfaza Panahî Kurd hate sekinandin!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku înfaza aktîsîtê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî ji bo demeke kin hatiye sekinandin. Ji bo Ramîn Hosseîn Panahî biryara idamê hatibû standin.

Ramîn Hosseîn Panahî di 23yê Hezîrana 2017an de birîndar hatibû girtin. Piştre jî dadgehê ji bo Ramîn Hosseîn Panahî biryara idamê dabû.

Piştî ku di girtîgeha Sinê de, ji bo Ramîn Hosseîn Panahî biryara idamê derket, biraziyê wî Niştiman Hosseîn Panahî xwe kuştibû. Rêxistina Efûyê jî ji bo Ramîn Hosseîn Panahî rakirina biryara idamê xwestibû. Komîteya ku ji bo piştgiriya Panahî hatibû sazkirin, li ser hesabê twitterê eşkere kir ku biryara idamê ji bo demeke buhûrbar hatiye sekinandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin