PeyamaKurd - Kremlinê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yê ku di çarçoveya Merasîmên Serfiraziyê yên 9ê Gulanê serdana Moskowayê kir bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya.
Malpera fermî ya Kremlînê ragihand ku Pûtîn û Netanyahû îro 9ê Gulanê Roja Serfiraziya Rûsyayê li Kremlînê li ser rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî faşîzm û nazîzmê û peywendiyên dualî axivîn.
Pûtîn derbirî ku rewşa dawî ya Rojhilata Navîn cidî ye û got hêvîdar im di van mijaran zexm de ligel Netanyahû rêyên çareseriyê peyda bikin.
Pûtîn ji ber ku tev li çalakiyên Roja Serfiraziyê li Moskowayê bûye spasiyên xwe pêşkêşÎ Netanyahû kirin.
Serokê Rûsî destnîşan kir ku ew dizanin bê li Îsraîlê çawa li faşîzmê û nazîzmê dinêrin û got ev helwest Rûsya û Îsraîlê tîne ba hev.
Serokê Îsraîlî jî got dersên ku ji Şerê Duyem ê Cîhanê derxistine tu car ji bîr nekirine û da dupat kir ku ew her tim çalakiyên ku ji Rûsyayê re serfirazî anîn bi bîr tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin