PeyamaKurd- Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan bo destnîşankirina serokkomarê Iraqê civiya. Piştî rejîma Saddam Huseyîn partiyên siyasî di navbera xwe de li hev kiribûn ku serokê meclisê bo sunniyên Ereb be, serokwezîrtî bo Erebên şîa be û serokkomartî bo Kurdan be.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qebûl nekiribû ku bibe serokkomarê Iraqê û serokkomariyê bo Celal Talabanî hiştibû. Ew bi xwe serokatiya Kurdistanê qebûl kiribû. Polîtburoya YNKê do û îro li ser hev civînan kirin da namzetê serokkomariyê tesbît bikin. Di civînê de çapemenî tinebû.
Ragihandina di derbarê mijara civîna YNKê de berya civînê ji aliyê endamê polîtburoya YNKê Sadî Ahmed Pîre de hat kirin. Tê gotin ku serokomarê berê Fûad Mehsûm car din dixwaze bibe serokkomar. Navê Melle Bextiyar, Berhem Salih, Muhammed Sabir û Letîf Reşîd bo namzetiyê derbas dibe. Mihemmed Sabir û Reşîd Letîf nêzî malbata Mam Celal in.
Piştî YNK di navbera xwe de li hev bike, wê şêwra xwe bi PDKê re û bi partiyên din yên Kurdistanê re bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin