Minbic: Li navenda bajêr motorsiklet hat teqandin

Minbic: Li navenda bajêr motorsiklet hat teqandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Minbic ê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de îro navrojê êrîşeke bi motorsikleteke bombekirî rû daye.

Li gor zanyariyên herêmê, teqîn li navenda bajarê Minbicê li ser xaçerêya Şuhada pêk hatiye û di encama teqandina motorsikletekê de rû daye ku tenê ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî gotinê ye, piştî bidawîanîna DAIŞê ji aliyê leşkerî ve li herêmê şaneyên razayî yên rêxistina terorîstî gelek caran êrîşên bombeyî li hemberî hêzên asayîşê û sivîlan pêk tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin