Silêmanî | Di 31 saliya Komkujiya Enfalê de li Germiyanê dicivin

Silêmanî | Di 31 saliya Komkujiya Enfalê de li Germiyanê dicivin

PeyamaKurd – Ji bo yadkirina 31 salîya komkuîya Enfalê hefteya pêşiya me, Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê li navenda îdareya Germiyanê dicive.

Her sal li Kurdistanê 14ê Nîsanê wekî roja yadkirina qurbaniyên komkujiyên enfalê tê bibîranîn.

Li gorî nûçeya BasNewsê endamê Encûmena Parêzgeha Silêmanî Kerîm Elî ragihand: “Bi mebesta yadkirin û rêzgirtina li komkujiya Enfalê Encûmena Parêzegahê biryar da ku civîna xwe ya roja 14.04.2019an li Germiyanê pêk bîne.”

Elî da xuyakirin, wê di civînê de li hunermend û rewşenbîrên Germiyanê guhdar bikin û mazûvaniya xelkê bikin û li wan guhdar bikin.

Herwiha Elî da zanîn, dê di civînê de derbarê projeyên temam nebûne zanyariyan bistînîn û prorjeya rêya Kelar- Silêmaniyê jî pesend bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin