Erdogan: Emê sevekê ji niska ve biçin, çi hewce be bikin

Erdogan: Emê sevekê ji niska ve biçin, çi hewce be bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Dîlokê di axaftina xwe ya danasîna namzedên şaredariyê de mijara Sûriyê anî rojeva xwe.

Erdogan got, “Dema ku em li vê derê di nav aramiyê de dijîn, nabe em birayên li kêleka me dijîn di însafa zaliman de, di bin bombeyan û bombeyên bermîlan de bihêlin.”

Erdogan di berdewamê de diyar kir, "Em ê vê jî car caran li ber çavê her kesî, carna jî bêdeng bikin. Lê belê emê teqez çi ji destê me were bikin û şevekê ji nişka ve biçin, çi hewce be bikin.”

Serokomarê Tirk hebûna Amerîkayê li Sûriyê jî rexne kir û got, “Ji 12 hezar kîlometran hatine û dixwazin Tirkiyê ji wê derê dûr bikin. Derdê wan ne azadkirina gelê Sûriyê ye, derdê wan berevajî kûrkirina çiravê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin