“MSDê got em federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin”

“MSDê got em federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin”

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muellim derbarê rewşa Kurdan û Rojavayê Kurdistanê de axivî. Muellim  li ser hevdînên bi MSDê ragihand ku şanda vê dawiyê ya MSDê dema serdana Şamê kiribû, ji Hikûmeta Sûriyê re tekez kiribû ku ew federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muellim ji kenala Russia Todayê re derbarê rewşa Kurdan û Rojavayê Kurdistanê de axivî û ragihand ku ew amade ne li gel Kurdan danûstendinan berdewam bikin, lê bi ti awayî ew, ne federaliyê û ne jî cudabûnê qebûl nakin.

Welîd Muellim diyar kir, ku hikûmeta Sûriyê rijd e li ser vegerandina deverên rojhilatê firatê.

Derbarê mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Muellim got: “Em amade ne, danûstendinê li ser mafên rewşenbîrî û ziman bikin, lê em bi ti awayî ne federalî û ne cudabûnê qebûl nakin. Herwiha ew yek jî eşkere kir, ku şanda vê dawiyê ya MSDê dema serdana Şamê kiribû, ji Hikûmeta Sûryê re tekez kiribû ku ew federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin