Brîtanya pistgiriya Pêsmerge dike: Dê hevkariya me bidome

Brîtanya pistgiriya Pêsmerge dike: Dê hevkariya me bidome

PeyamaKurd – Şêwirmendê Leşkerî yê serokwezîrê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn, Sir John Gordon Lorimer ragihand ku ew dê bi her hawî bi pêşmerge re tevbigerin û hevkariya xwe bp Pêşmerge bidomînin.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl bi rêya telefonê bi Şêwirmendê Leşkerî yê serokwezîrê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn, Sir John Gordon Lorimer re axivî. Herduyan di peywendiya telefonî de, li ser hewildanên DAIŞê yên vê dawiyê xivîn û teqez kirin ku DAIŞ li deverên ku ewlehî lawaz e dikeve nava tevgerê.

Herdu aliyên peywendîdar herwiha li ser têkoşîna li dijî koronavirusa nifşê nû (Covid-19) axivîn û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge jî yek ji mijarên wê peywendiyê bû.

Şêwirmendê Leşkerî yê serokwezîrê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn, Sir John Gordon Lorimer ragihand ku ew dê bi her hawî û hevkariya xwe ya bi Pêşmerge re bidomînin.

Gordon Lorimer herwiha ji bo 2 pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest dabûn sersaxî xwest.

Lorimer hewildanên çaksaziyê yên Wezareta Pêşmerge teqdîr kirin û teqez kir ku wê Brîtanya bi berdewamî piştgiriyê bide Pêşmerge.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin