Brîtanya: Em ê hevkariya bi Pêşmerge re berfirehtir bikin

Brîtanya: Em ê hevkariya bi Pêşmerge re berfirehtir bikin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn Cîgirê Edmîral Edward Ahlgren di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku ew ê di çarçoveya muzakareyan da di navbera London û Bexdayê de, li ser bihêzkirina hevpeymaniyê û berfirehkirina hevkariyên leşkerî li gel Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan kar bikin.

Ahlgren ku di serdana xwe de li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya, di peyameke vîdyoyî de bal kişand ser girîngiya nêzîkbûna dost û hevparan di vê serdema tijî astengiyên herêmî de.

Wî da xuyakirin ku di hevdîtinan de qadên giring ên hevahengiyê hatine destnîşankirin û Brîtanya dê bi dilgermî dîroka xwe ya hevpar a bi Pêşmerge re ji bo misogerkirina ewlehiyê bidomîne.