PeyamaKurd- Berdevkê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî qebûl kir ku leşkerê berê yê deryayê yê Amerîkayê li Îranê di destê wan de girtiye. Hat ragihandin ku leşkerê berê Michael White li Xorasanî Rezewî li bajarê Meşhedê, di temmûza borî de hatiye girtin.
Qasimî ragihandina xwe di malpera fermî ya wezareta karên derve de kir û got ku wan agahiyê daye baregeha parastina mafê Amerîka ya li Tehranê.
Li gor rojnameya Amerikan The New York Times (NYT) leşkerê berê yê 46 salî Michael White di temmûza sala borî de çûye Meşhedê da hevala xwe ya keçik bibîne û li wê derê hatiye girtin.
Di derveyê leşkerê navborî, li Îranê herî kêm 3 leşkerên din yên Amerîkî girtîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin