PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku berpirsên Îranî di peywendiyan de diyar kirine ku êrîşa mûşekî ya li ser baregehên Pêşmerge “bi tesadufî” û “bi xeletî” pêk hatiye. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze bibe parçeyek ji şerê herêmî yê berdewam.
Merasîmê sersaxiyê ya li Soranê
Nêçîrvan Barzanî, îro (25ê Adara 2026an) li navçeya Soranê beşdarî merasîma sersaxiyê ya 6 pêşmergeyan bû ku di êrîşa mûşekên balîstîk ên Îranê de şehîd bûbûn. Serokê Herêmê li wir ji çapemeniyê re axivî û ev êrîş wekî kiryareke nayê qebûlkirin bi tundî şermezar kir.
“Em li benda bersiva dawî ya Tehranê ne”
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ew derbarê rûdana li Soranê de bi Komara Îslamî ya Îranê re di diyalogê de ne û wiha got:
Îran niha lêkolînê li ser vê êrîşê dike û wan ji me re gotiye ku ev lêdan bi tesadifî (bi xeletî) çêbûye. Em niha li benda encamên lêkolînê û bersiva dawî ya fermî ya Îranê ne.”
“Kurdistan nabe gef ji bo cîranan”
Serokê Herêma Kurdistanê careke din helwêsta Hewlêrê ya li hemberî aloziyên li Rojhilata Navîn dubare kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê her tim hêmaneke aştî û aramiyê bûye û wiha peyivî:
Em ê tu carî nebin gef ji bo welatên cîran û em ê bi tu awayî nebin beşek ji vî şerî. Armanca me parastina aramiyê ye.”
Banga li Bexdayê: “Wekî dewleteke serwer tevbigerin”
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de peyameke zelal ji bo hikûmeta federal a Iraqê jî şand. Wî daxwaz kir ku Bexda berpirsiyariyên xwe yên di parastina serweriya welat de bi cih bîne û got:
Hikûmeta Iraqê divê mîna dewleteke serwer tevbigere. Divê êrîşên komên neqanûnî tavilê werin rawestandin da ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê neyê xerabkirin.”
Ev daxuyanî di demekê de tê ku piştî şehîdbûna 6 pêşmergeyan, nerazîbûneke mezin di nav xelkê Kurdistanê de çêbûye û tirs heye ku rageşiya leşkerî ya li herêmê hîn bêtir kûr bibe.