Îranê êrîşa ser nivîsgaha Mesrûr Barzanî şermezar kir: Geşedaneke pir gumabar e

Îranê êrîşa ser nivîsgaha Mesrûr Barzanî şermezar kir: Geşedaneke pir gumabar e

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî êrîşa bi dronên Hedîd-110 a ji ser sînorên Îranê bi ser nivîsgaha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de doh hatibû kirin, şermezar kir.

Beqayî di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa IRNAyê de ev êrîş wekî "geşedaneke pir gumanbar" bi nav kir û teqez kir ku divê hemû alî hişyar bin da ku plansaziyên dijminên Îran û Iraqê pûç bikin û nehêlin peywendiyên biratî yên di navbera her du welatan de zirarê bibînin.

Beqayî anî ziman ku berê jî berpirsên Iraqî, di nav de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, hişyarî dabûn ku hin şaneyên girêdayî komên biyanî li welat hatine tespîtkirin ku tevlî plansazî û pêkanîna operasyonên "ala sexte" dibin. Berdevkê Îranî bang li hemû aliyan kir ku di vê derbarê de baldar û hişyar bin.