Îran: DYAê hin şertên me qebûl kirin, lê ev bersiv têrê nake

Îran: DYAê hin şertên me qebûl kirin, lê ev bersiv têrê nake

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rizayî, derbarê aloziya ligel DYAê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Washingtonê hin ji 7 mercên Îranê yên ji bo bidawîanîna şer hatine pêşkêşkirin qebûl kirine, lê bersiva DYAê têrê nake.

Rizayî tekez kir ku diplomasiya Îranê guheriye û ti veger ji bo rewşa berê nabe.

Rizayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Serokê DYAê Donald Trump ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû ve hate xapandin û şerekî nepêwist dest pê kir.

Rizayî anî ziman ku keştiyên leşkerî yên DYAê nekarîn Tengava Hurmizê ji nû ve vekin û got: "Artêşa DYAê di dîroka xwe de ti carî neketiye rewşeke wisa perîşan."