PeyamaKurd- Fuzeya balîstîk ya ku ji axa Yemenê ji aliyê Hûsiyan de bo bajarê ser sînor yê Erebistana Si’ûdî, bo ser Necranê hat avêtin ji aliye sîstema hewayî ya Erebistanê de hat îmhakirin.
Berdevkê hêzên koalîsyonê yê di ajansa SPA de ye, Turki el-Malikî ragihand ku Hûsî ji Yemenê ji bajarê Amranê bo ser bajarê Necrana Erebistana Si’ûdiyê fuze avêtine.
Di encamê de kes nemiriye an birîndar nebûye. Berdevk Turkî Îranê bi tehdîda herêmê û navdewletî sûcdar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin