PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser rewşa Idlibê axivî û got ku li dijî Idlibê hewceyî operasyoneke leşkerî nîn e.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser rewşa Idlibê axivî û daxuyaniyên girîng dan. Putin got ku li Idlibê herêma ku ji çek û sîlehan were paqijkirin, tê avakirin. Di vê mijarê de em serkeftî ne. Ji ber vê yekê, li dijî herêmê, operasyoneke berfireh hewce nake.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 17 Êlûnê de li Soçiyê li ser rewşa Idlibê peymanek çêkiribûn. Li gorî vê peymanê, li Idlibê 15-20 km. wê ji çek û çekdaran were paqijkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin