PeyamaKurd- Serokê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li ser ceribandina fuzeyekî ji aliyê Îranê de ku do fuzeya menzîla wê dirêj cerbandibû got ku ew dizanin bê Tehran çi dike û li dijî wan kîjan gav pêwist dê bê wê bê avêtin. Netenyahû gotina xwe berya civîna encumena wezîran got. Netenyahû got ku Îran aşkera dibêje wê Îsraîlê ji holê rakin û weha dewam kir:
“Ez bo zordarên Îranê peyamekî dişînim. Em zanin Îran çi dike û li ku derê dike. Bo ewlehiya Îsraîlê û dahatûya wê em bixin bin temînê, çi ji destê me were, em ê bikin û hemû alavên destê xwe li dijî Îranê bikarbînin û gavan bavêjin.”
Netenyahû got ku bo kes derbasî Îsraîlê nebe dest bi avakirina dîwarê navbera xwe û Xezzayê kirine.
Îran do fuzeyeka bi navê Huweyze ku menzîla wê 1350 km ye ceribandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin