PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump digel aliyê Îsraîlê ‘Peymana Sedsalê’ ya aştîya Îsraîl-Filîstînê ragihand, aliyê Filîstînê ew plan red kiribû û niha jî hemû têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re yên ewlehiyê jî tê de qut kirin.
Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas got, “Êdî Amerîka ji bo Filîstînê ne welatekî dost e. Min hevdîtina bi Trump re jî red kir.”
Trump di plana xwe ya Peymana Sedsalê de ragihandibû ku Orşelîm (Qûds) paytexta Îsraîlê ya jêneger e û gotibû, heger aliyê Filîstînê planê qebûl bike û xwe ji terorê paqij bike serxwebûna dewletbûna wê nas dikin.
Îsraîlê plana Trump a 80 rûpelî bi kêfxweşî pêşwazî kiribû, lê aliyê Filîstînê û welatên Yekîtiya Erebî ew plan red kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin