Karsazê Tirk ê xezîneya Amerîkayê sêlandibû li Nemsayê hat girtin!

Karsazê Tirk ê xezîneya Amerîkayê sêlandibû li Nemsayê hat girtin!

PeyamaKurd – Karsazê Tirk ê bi navê Sezgîn Baran Kormaz ku beriya niha bi sedema pereyên xezîneya Amerîkayê bi rêyên neyasayî û hevkariya kompaniyeke Amerîkî şêlandibû û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin li welatê Nemsa (Avusturya) bi daxwaza rêveberiya Amerîkayê hat girtin.

Parêzerê Korkamazê ku bi hinceta gendeliyê li Nemsayê hatiye girtin, girtina wî piştrast kiriye û gotiye, wê karsazê Tirk li Nemsayê were dadgehkirin.

Li ser daxwaza Amerîkayê derbarê Sezgîn Baran Korkmaz de, li Tirkiyê jî lêpirsîn hatibû destpêkirin û kompaniyên wî ji aliyê dewletê ve hatibûn destdanîn ku ew jî reviyabû derveyî welat.

Herî dawî mafyagerê Tirk Sedat Peker di vîdyoyeke xwe de behsa Korkmaz û rojnamevan Veyîs Ateş kiribû ku Ateş ji bo navbeynkariyê 10 milyon euro jê bertîl xwestibû.

Li ser girtina Korkmaz nirxandin têne kirin ku ew jî dê weke bûyera Reza Rezab bibe û heta dibe Korkmaz jî li Amerîkayê bibe îtirafkar û derbarê gendeliya kiriye û hevkarên xwe de mikurhatinan bike ku ew jî digihe rayedarên Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin