Li Sirnexê du ciwanan bi teqîna bombeyekê can da

Li Sirnexê du ciwanan bi teqîna bombeyekê can da

PeyamaKurd - Hat ragihandin li navçeya Qilaban a bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, du xortan li nêzîkî qereqolê cismek dîtine û dema pê leyîstine ew cismê ku bombe ye bi wan de teqiyaye û can dane.

Li gorî çavkaniyan teqîn îro 21ê Adarê li Gundê Yekmalê yê navçeya Qilaban rû daye û du xortan li nêzîkî qereqola gund cismek dîtine û dema lê nihêrtine bê çi ye bi wan de teqiyaye.

Di encama teqîna teqemeniya ku cûreyê wê nehatiye zanîn de, xortên bi navên Yusuf Ata yê 15 salî û Caner Sak ê 16 salî  li cihê bûyerê bi giranî birîndar bûne û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tevî mudaxeleya bijîşkî jî nehatine rizgarkirin û can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin