PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bernama bîranîna Enfalan de axifî û got ku çavên wan li gorên komkî yên li Çolên Semawe ye. Barzanî di salvegera 36em ya Enfalan de weha got:
“Salvegera komkujiya Enfalan ya îsalê bo me xemgîntire. Ji ber çavên me li gorên komkî yên Çolên Semawe ye. Heya niha ji 8 hezar şehîdên Barzaniyan tenha cesedên 596 kesan me aniye devera Barzan. Li Çolên Semawe cesedên dayîkên ku zaroken wan di hembêza wan de hatine gulebarankirin, hatin derxistin. Cenazeyê jineka dinê ji gorê hat derxistin ku bi 5 zarokên wê re hatibû gulebarankirin.”
Serokê herêma Kurdistanê Barzanî got ku dîmenên şehîdkirina 182 hezar jin, zarok û gêncan tên ber çavên wan ku hatine gulebarankirin û bi zindî hatine xistin binê axê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin