Serok Barzanî: “Xelkê Kurdistanê xwe ji mezhebkariyê û nijadperestiyê dûr histiye”

Serok Barzanî: “Xelkê Kurdistanê xwe ji mezhebkariyê û nijadperestiyê dûr histiye”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serokê Weqfa Sunniyan yê Iraqê Dr. Saad Hemîd Kîmbîş û heyeta pêre qebûl kir. Serokê weqfê Kîmbîş got ku xelkê Kurdistanê daîma di rojên teng de bo hezaran koçberên Iraqê re deriyên xwe vekiriye û bi wê sedemê sipasiya serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir. Her weha tevî ew çend zor û zahmetiyên Herêma Kurdistanê jî bo xwepêşxistin û geşepêdanê performansekî baş nîşan daye û pesnê Kurdistanê da.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got ku xelkê Kurdistanê daîma xwe mezhebkariyê û nijadperestiyê dûr hiştiye û xebata çanda pêkvejiyanê kiriye û heman çandê xurt kiriye. Barzanî her weha got ku xwedîlêderketina koçberan û kesên felaket bi serê wan de hatiye, bo xelkê Kurdistanê wezîfa mirovî û netewiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin