Wezîrê elektrîkê yê Iraqê ji kar hat dûrxistin

Wezîrê elektrîkê yê Iraqê ji kar hat dûrxistin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Ebadî, heya lêpirsînên di derbarê wezîrê elektrîkê yê Iraqê Fehdawî de bên encam dan, wî ji wezîfê dûr xist.

Ji nivîsîngeha Heyder Ebadî weha hat ragihandin: “Serokwezîr Îbadî bi sedema kêmketina xizmeta elektrîkê, lêpirsînên ku hatine destpêkirin heya bi dawî bibin, wezîrê elektrîkê Qasim El Fehdawî ji wezîfê hatiye destkişandin.”

Wezîr, bi sedema ku deynê Îranê yê elektrîkê nehatibû dayîn û elektrîka Besrayê û wan bajaran bi wê sedemê hatibû birîn û xelk xwepêşandanan kiribû, di derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin