PDK-S: Armanca Rûsan têkdana çareseriyê ye

PDK-S: Armanca Rûsan têkdana çareseriyê ye

PeyamaKurd - PDK-Sê li ser gera 11an a hevdîtinên Sûriyê yên Astana ya paytexta Kazaxistanê ku doh 30yê Mijdarê birêve çûn, daxuyakirin ku ti hêviyeke wan ji civînan nîne û 'armanca Rûsyayê windakirina çareseriya krîza Sûriyê ye'.

Endamê Komîteya Navendî  ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye (PDK-S)  Umer Koçerî got,  “Danûstandinên Astana û Soçiyê di siruşta xwe de bi viyaneke Rûsî ne  û armanc ji wan ew e ku çareserkirina krîza Sûriyê winda bikin. “

Koçerî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera PDK-Sê de, ragihand ku hêviya wan ji civîna Astanayê tune ye ji ber ku hêz û aliyên pêwendîdar ji ber berjewendiyên xwe naxwazin krîza Sûriyê bi awayekî rasteqîn û cidî çareser bibe û eger Amerîka û Rûsya li ser çareserkirina krîza Sûriyê li hev bikin pirsgirêka Sûriyê dê bi dawî were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin