Karwaneke 60 TIRan a Amerîkayê gihîst Kobaniyê

Karwaneke 60 TIRan a Amerîkayê gihîst Kobaniyê

PeyamaKurd – Amerîka ku pêşengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dike, karwaneke ji 60 TIRan (barhilgir) pêk dihat şan bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

Hat zanîn ku karwana Amerîkayê ku ji wesayîtên Hummer, tankerên sotemeniyê, maşîneyên kar, jenerator û cebilxaneyan pêk dihat, bi ser deriyê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku karwna TIRan piştre derbasî baregeha Amerîkayê ya Harab Işq a li Kobaniyê bûye. Li gorî heman çavkaniyan, di nav mehekê de ev bi qasî 450 TIR derbasî baregeha Harab Işqê bûne.

Amerîkayê 10ê Tebaxê jî bi TIRan alîkariyên wekî wesayîtên zirpoşî, kereseyên xaniyên prefabrîk û maşîneyên kar şandibûn çend deverên Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin