PeyamaKurd – 15 roje ku di navbera Îranê û DYA-Îsraîlê de şer dewam dike. Piştî Îranê li welatên Kendavê xist, Bahreynê jî bi fuzeyan li Îranê xist. Fuzeyên li Bahreynê yên hilberîna DYA ne û balistik in.
Rojnama The New York Times (NYT), ragihand ku fuze ji rampayên ku îmalata DYAyê ne, ber bi Îranê ve hatine avêtin
Di xeberê da hat gotin ku cara ewiliye ji welatekî Kendava Basrayê fuzeyan davêjin Îranê.
Pisporê ewlehiya netewî yê berê yê DYAyê ABD Wes Bryant û ji zankoya Osloyê pisporê fuzeyan Fabian Hoffmann ragihandin ku fuze yên malên DYA ne û marka wan M142 HIMARS e. Tesbîta marka fuzeyan jî ji vîdeoyê tesbît kirine.
Di xeberê de hat gotin ku nehatiye zanîn bê fuze ji aliyê artêşa Bahreynê de an ji aliyê artêşa DYA ded hatiye avêtin. Lê di van rojan de, CENTCOM dibêje ku li dijî Îranê fuzeyên HIMARSê gelek başin û bandorê dikin.