PeyamaKurd – Selahattin Demirtaş ji 04.010.2016an heya niha di zîndana Edirne de ye. Di mesela destûra çarçoveyê de, mijarekî herî girîng ku di rojevê de ye serbest berdana Selahattin Demirtaş e.
Li ser mijarê serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan ragihand ku wê Selahattin Demirtaş bi wan re be û gotinên Bakırhan weka ku wê Demirtaş berya 6ê Êlûnê ya kongra DEM Partiyê bê berdan, hat ravekirin. Lê Bakırhan weha jî got:
“Em ji ber qanûnan mecbûr man ku kongra xwe di 6ê êlûnê de bikin lê em ê kongra xwe ya esasî paşiyê di wextekî di cîh de bikin.”
Bakırhan, di bernama televîzyonê de li ser bendeyên ji bo Demirtaş jî weha gotiye:
“Înşallah Demirtaş jî bi me re be. Ji xwe yek ji hedefên me jî ev e.”
Di seredana dawiyê ya heyeta Îmraliyê ya bi Erdoğan re, berya hevdîtinê Pervin Buldan gotibû ku wê mesela Demirtaş jî bi Erdoğan re biaxifin.