Balafirên Tirkiyê gundên derdora Kobaniyê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 10ê Çileyê artêşa Tirkiyê hejmarek xalên li gundewarê Kobaniyê bombebaran kirin û di encamê de ziyan çêbûn.
Hate diyarkirin ku îro balafirên Tirkiyê xaleke li nêzîkî pira Qereqozaqê bombebaran kir û ziyanên madî çêbûn, lê derbarê ziyanên canî de te agahî bi dest neketine.
Çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku balafirên şer yên Tirkiyê derdora sayloya Sirînê ya li başûrê Kobanî bombebaran kiriye.
Herwiha HSDê daye zanîn ku tevî agirbestan jî Tirkiye û çekdarên bi ser ve dixwazin bajarê Kobanî kontrol bikin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî bombebarana gundên derdora Bendava Tişrînê îro jî bi tundî berdewam kiriye û Tirkiyê hêzên teqwiye bo komên çekdar bi rê kirine.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.