PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medyayî, 10ê Mijdarê balafireke leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilatê Deryaya Spî ketiye xwar.
Fermandariya Amerîka ya Ewropayê ku navenda wê li bajarê Stuttgart a Almanya ye, ragihad ku di dema xebatên perwerdeyê yên li Rojhilatê Derya Spî de, balefireke leşkerî ya Amerîkayê şeva Înê ketiye xwar.
Hate diyarkirin, ji ber rêzgirtina malbatan navên wan karmendên leşkerî yên di bûyerê de can dane eşkere nakin û hate gotin ku li ser bûyerê lêkolîn têne kirin ku xuya dike bûyer ji ber hewldaneke ji aliyê dijminan ve hatibe kirin pêk nehatiye.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Îsraîl û Hemasê keştiyên balafirên şer ên Amerîkayê Derya Spî bicih bûne ku firînên perwerdehiyê li herêmê têne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin