PeyamaKurd - Li gundê Îbrahîm Zela yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, îro 20ê Cotmehê danê êvarê dronek nenas ket xwar.
Di vîdyoyeke li ser medya civakî hatiye belavkirin de, droneke ketiye xwar xuya dike ku hê jî dixebite.
Li gorî çavkaniyên herêmê ew drona ku nehatiye zanîn bê ya kîjan alî ye, li dor demjimêr 16:00 ketiye nav bexekî gundê Îbrahîm Zela yê Amêdiyê.
Çavkaniyan diyar kiriye ku beriya ketina wê dronê li herêmê di navbera artêşa Tirkiye û hêzên PKKê de şer rû daye û dengê teqeyan hatiye bihîstin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin