Li Duhokê droneke nenas kete xwar û parçe bû

Li Duhokê droneke nenas kete xwar û parçe bû

PeyamaKurd - Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê, îro 25ê Tîrmehê roja duşemê droneke nasnameya wê nediyar e kete xwar û parçe bû.

Hat ragihandin ku drone li gundekî parêzgeha Duhokê ketiye û ji ber ketina wê ku agir bi pûş û pelaşan ketiye bûye sedema tirsê li ser xelkê gund.

Li gorî zanyariyan ew drone îro danê sibê li gundê Benda yê Duhokê dema xelk razayî bûn bi dengekî bilind ketiye û bûye sedema tirsê.

Hat hînbûn ku dema drone ketiye erdê teqiyaye û agir bi derdora wê ketiye û hîn jî diyar nebûye ew drone ya kê ye û çawa ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin