Balafirê li kesê kete pîstê xist: 1 mirî, 12 birîndar

Balafirê li kesê kete pîstê xist: 1 mirî, 12 birîndar

PeyamaKurd - Li Balafirgeha Navneteweyî ya Denverê ya li eyaleta Coloradoya DYAyê, bûyereke metirsîdar rû da.

Balafira kompanyaya Frontier Airlinesê ya ji cureyê Airbus A321, dema ku ji bo çûyîna Los Angelesê radibû, li kesekî xist ku bi qaçaxî ji ser têlan xwe avêtibû nav pîstê.

Di encama vê qezaya dijwar de, ew kesê ku ketibû ser pîstê di cih de jiyana xwe ji dest da.

Herwiha hat ragihandin ku piştî lêdanê, di motora balafirê de agir derketiye û tirs û xofeke mezin di nav rêwiyan de çêbûye.

Piştî qezayê, pîlotê balafirê bi lez peywendî bi birca kontrolê re danî û got: "Em niha li ser pîstê sekinî ne. Me li kesekî xist û agir bi motora me ketiye."

Di balafirê de ku 231 kes tê de bûn, 12 rêwî birîndar bûn û hemû kesên di nav balafirê de bi silametî hatin valakirin. Nasnameya kesê ku miriye hîn nehatiye diyarkirin, lê guman hene ku xebatkarê balafirgehê be. Têkildarî bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.