Balyozxana Tirkiyê ya Bexdayê hişyariyê da welatiyên xwe

Balyozxana Tirkiyê ya Bexdayê hişyariyê da welatiyên xwe

PeyamaKurd – Balyozxana Tirkiyê ya li Bexdayê bi sedema şer û nemana ewlehiyê ya li Iraqê hişyariyê da welatiyên xwe. Di hişyariyê de got ku seferên balafiran ji bo Bexdayê nemane, heya 16ê Adarê sefer nînin û welatî dikarin rêyên bejayiyê bikarbînin.

Balyozxane xwest ku heya welatiyên Tirkiyê pêwist nebe, geşta xwe ji bo Iraqê nekin. Balyozxane bi taybetî navê hinek ciyan da û ji welatiyên xwe xwest ku welatî xwe ji Xetta Kesk, balafirgehên Bexda û Erbîlê dûr bixin. Her weha bajarê Mûsilê, Basra, temamê ciyên leşkerî û deverên petrolê xeterin.

Balyozxane ragihand ku rêya Xêbûr û Îbrahîm Xelîl vekiriye û dikarin çûna xwe di wir de bikin. Wê hukumeta Iraqê ji bo welatiyên dewletên sêyem 7 roj vîza transîtê bidin.

Balyozxane her weha telefona xwe ya Bexdayê, Basrayê, Mûsil, Necef û Erbîlê jî belav  kir.