PeyamaKurd- Balyozxaneya Sûriyê ya Brîtanya ya li Londonê piştî 13 salên şerê navxwe û krîza Sûriyê bi fermî dest bi kar kir.
Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî jî cara ewil serdana Brîtanyayê kir û beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bû.
Di vekirina balyozxaneyê de ala nû ya Sûriyê hate bilindkirin. Şeybanî li ser medya civakî got: “Piştî îzolasyona rejîma Esed a kîmyayî, me îro li Londonê balyozxaneya Sûriyî ji nû ve vekir. Sûriye bi nasnameya xwe ya azad vedigere dinyayê.”