Bangên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê

Bangên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê

PeyamaKurd - Tirkiye, Brîtanya, Almanya û Çînê nerazîbûnên li hember birayara serokê DYA’yê Donald Trump a dorpêçkirina Tengava Hurmuzê nîşan da û banga vekirina tengavê kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro ragihand ku Washington dê ji sibê ve dorpêçê li ser keştîvaniya li benderên

Îranê ferz bike.

Brîtanyayê jî ragihand ku ew piştgiriyê nade dorpêça DYA`yê ya li ser keştîvaniyê.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku welatê wî wê nekeve nav şerekî, tevî ku ew tev li hin tedbîrên parastinê bûye

Di heman demê de, şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz hişyarî da ku bandorên şerekî li Rojhilata Navîn dê demdirêj bin, bi taybet li ser sektora enerjiyê û aboriya Almanyayê

 

Çînê jî banga seferên bênavber di Tengava Hurmuzê re kir û tekez kir ku aramiya wê ji bo bazirganiya cîhanî pir girîng e.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got Enqere bawer dike ku "Tengava Hurmuzê di zûtirîn dem de ji nû ve were vekirin".

Artêşa Îranê jî diyar kir ku dorpçêkirina deryayî ya DYA`yê "ne rewa ye û korsanî ye " û gef xwar ku heke benderên wê bikevin bin gefê, dê bersiva wê berfireh bibe.