Baqir Zûlqadar li şûna Elî Laricanî hate erkdar kirin

Baqir Zûlqadar li şûna Elî Laricanî hate erkdar kirin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Îranê yê ragihandinê eşkere kir ku Mihemed Baqir Zûlqadar li şûna Elî Larîcanî yê di bombebarana Îsraîlê de hatibû kuştin, wek sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hatiye erkdarkirin.

Mihemed Baqir Zûlqadar berê di Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê de di meqamên fermandariyê de peywir girtibû û herwiha wek sekreterê Konseya Tesbîtkirina Berjewendiyan jî kar dikir.

Sekreterê berê yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di 17ê Adarê de di encama êrîşeke Îsraîl-DYAyê de hatibû kuştin.