Baregeha Heşda Şeibî ya Mûsilê hate bombe kirin

Baregeha Heşda Şeibî ya Mûsilê hate bombe kirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Mûsilê yê Iraqê, êrîşeke esmanî li ser baregeha Lîwaya 30emîn a Heşda Şeibî hate encamdan.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, li herêma Sehil Neynewayê ya ser bi Mûsilê ve, 2 êrîşên esmanî yên cuda li ser baregehê hatin kirin.

Derbarê kuştî û birîndarên êrîşê de ji aliyê Iraqê û Heşda Şeibî ve hîn daxuyanî nehatiye dayîn.

Piştî êrîşê duxaneke mezin li ser bajêr bilind bû.