Bavê serokê Şili yê nû aşkera bû ku zabitekî Naziya ye

Dîroka Weşanê :
Bavê serokê Şili yê nû aşkera bû ku zabitekî Naziya ye

PeyamaKurd – Di hilbijartina serokatiya dewleta Şiliyê de rastgirê tund yê siyasetmedar Jose Antonio Kast bi sedema nasnama malbate xwe ket rojeva Şili û dinyayê.

Li gor karda nasnameyekî ku di arşîva Almanya de derketiye; bavê Kast yê ku eslê wî Almane, di wexta şerê dinya 2. de endamê Partiya Naziyan bûye.

Li gor nasnama ku aşkera bûye, bavê serokê Şiliyê yê Jose Antonio Kast yê bi navê Michael Kast di Êylûla 1942an de endamê Partiya Nazî bûye. Agahiyên di nasnama Michael Kast ê ku di sala 2014an de mir, li hev dikin.

Pîrozbahi ewilî bo serokê Şiliyê yê nû ji DYA û Îsraîlê hat kirin û ev jî balkêşe.