Ben Wallace: ‘Brîtanya amade ye danûstandinê ligel Talîbanê bike’

Ben Wallace: ‘Brîtanya amade ye danûstandinê ligel Talîbanê bike’

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace got, heger Talîban beşdarî nav deshilata Afganistanê bibe, Brîtanya amade ye danûstandinê bi Tevgera Talîban re bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ji rojnameya Telegraph a Brîtanî re daye xuyakirin, heger çi hêzek li ser desthilata Afganistanê be û heger pabendî pîvanên navdewletî bibe, Hikûmeta Brîtanyayê dê pêwendiyê pê re bike.

Wallace got ku ew fêm dike biryareke bi vî rengî dikare rastî bertekan bê, lê belê nêzîkatiyeke pragmatîzm dikare bibe bingeha aştiyeke herdemî û diyar kir: “Di her pêvajoyeke aştiyê de divê bi dijmin re lihevkirin pêk were.” Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê herwiha got: “Talîban dixwaze danpêdaneke navdewletî pê hebe û ji ber vê divê ew dest ji kiryarên tundrew berde.”

Wallace da zanîn: “Avakirina her dewletekê, pêwîstiya wê bi fînanse û piştgiriyê heye, lê belê ev yek bi maska terorê nikare bê bidestxistin.”

Ev daxuyaniya Brîtanyayê piştî ku Talîbanê ragihandiye ku ji sedî 85ê Afganistanê kontrol dike û vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê piştî 20 salan temam dibe hat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin