PeyamaKurd – Li demeke ku nûçeyên li ser nêzîkbûna li ser serbest berdana revandiyên Îsraîlî yên di destê Hemasê de tê kirin, Berdevkê Hemasê ragihand ku têkiliya wan bi rehîneyan re qut bûye.
Berdevkê Hemasê yê Lîwayên Qesam Ebu Ubeyda ragihand ku pêwendiya wan bi yekîneya rehîneyan digere qut bûye.
Ebu Ubeyde gotiye: “Me pêwendiya xwe ya ligel çend komên xwe yên rehîne bi wan re bûn, ji dest da. Aqûbeta dîl û revandiyan nayê zanîn.”
Hêjayî gotinê ye, Hemasê di êrîşa 7ê Cotmehê de zêdetirî 200 kes ji Îsraîlê revandibûn û nêzîkî 1,400 kes jî kuştibûn.
Artêşa Îsraîlê piştî wê êrîşê ev 43 roj in êrîşên tund li ser Xezeyê dike. Raya giştî ya Îsraîlê jî fişarê li ser hikûmetê dike ku di zûtirin demê de çarenivîsa revandiyan diyar bike û li malbatên wan bên vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin